Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin 2022-06-15 15:15:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Tirkiyeyê, kedkarên tenduristiyê li dijî pêşniyarqanûna ku pêşkêşî meclisê hatibû kirin derketin û ji bo rojekê dev ji kar berdan û gotin ku çalakiya wan îtîrazeke.    Kedkarên tenduristiyê, li seranserê Tirkiyeyê li dijî pêşniyarqanûna ku pêşkêşî meclisê hatibû kirin derketin û ji bo başkirina şertên xwe dev ji kar berdan. Li nexweşxaneyan, ji bilî beşên lezgîn û yekîneyên ku lezgîniya wan xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Li bajarên mîna Enqerê, Stenbol, Amed, Îzmîr, Edene, Antalya, Mêrsîn, Hatay, Şirnex, Êlih, Riha û Mêrdînê kedkarên tenduristiyê li ber nexweşxaneyan çalakî li dar xistin û daxuyanî dan.    Rêxistinên kedê yên mîna Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê (SES), Sendîkaya Xebatkarên Bijîjkên Malbatê (AHESEN), Federasyona Komeleyên Bijîjkên Malbatê  (AHDF), Sendîkaya Yekitiya Piştevaniyê, Sendîkaya Kar a Tenduristiya Giştî , HEKÎMSEN, Yekitiya Diransazên Kurd (TDB), li bajarên navborî çalakî li dar xistin û sedema devjiberdana xwe ya kar û vegotin û daxwazê xwe anîn ziman. Kedkaran, got ku ew pergala heyî ya tenduristiyê îtîraz dikin.   Bi giştî kedkarên tenduristiyê ev daxwaz kirin;   * Zêdebûna heqdestê ku bandora xwe li teqawîtbûnê jî bike,   * Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li kedkarên tenduristiyê dem û derfet bên avakirin,   * Xurtkirina xizmetên parêzergeriya tenduristiyê.