Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn 2021-09-19 12:54:42   GURGUM - Li navçeya Bazarcixê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, qeza kir. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn.   Li taxa Sarierîkê ya navçeya Bazarcix a Gurgumê, mînîbusa ku karker tê de bûn, wergeriya.Tîmên tenduristî û arkujiyê xwe gihandin cihê bûyerê û birîndarên di hundirê mînîbusê de asê ma bûn derxistin. Tîmên tenduristiyê ragihandin ku S.A. (18) li cihê bûyerê  jiyana xwe ji dest da û 15 kesên birîndar bibûn jî, rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.   Cenazeyê S.A. jî, şandin morga Nexweşxaneya Tenduristî û Lêkolînê ya Perwerdehiya Zanîngeha Îmam Sutcu Maraşê.