Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn 2021-09-18 17:02:26   RIHA - Cotkaran, diyar kir ku ji ber pirsgirêka avê berhemên wan riziyan û ava qenala avdanê birîn.    Ji ber pirsgirêka avdanê, li taxên gundên Agweran û Magaricik ên navçeya Halîliye ya Rihayê, cotkaran ava qenala avdanê birîn. Cotkaran, diyar kirin ku ava ku 5 sal berê ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve tê kişandin têra 80 hezar donimê zeviyên wan nake, cotkaran dan zanîn ku ji ber vê yekê berhemên wan rizî bûne. Cotkaran bertek nîşanî vê yekê dan û ava qenala avdanê birîn.   Cotkarên ku xwestin bi rayedarên Midûriyeta Herêmê ya DSÎ’yê re hevdîtinê bikin, xwestin ku heke pirsgirêkên wan neyên çareserkirin, bila av bi temamî bê birîn. Cotkaran diyar kirin ku ew her sal serê donimê 415 lîre pere didin û dan zanîn ku ji ber ava qenala avdanê têra nake, cotkarên ku rewşa wan baş e, bi motorên avê yên ku wan avakirine avê digihînin zeviyên xwe û ev jî ji bo wan lêçûnek zêde ye.   Peywîrdarên qenala avdanê û tîmên cendirmeyan hatin herêmê û ji cotkaran xwestin ku protestoyên xwe bi dawî bikin. Cotkaran di encama hevdîtinên xwe yên bi cendirme û rayedarên qenalê re protestoyên xwe bi dawî kirin.