Hezkirina bizinan a çiya! 2021-09-16 09:06:17 AMED - Bizinên ku li navçeya Pasûrê ji aliyê dermalekaran ve tên tercîhkirin, ji ber xwedîkirina wan a li çiyayên bi hezaran metre bilind, gelî û daristanan zehmetiyên mezin bi şivanê xwe didin kişandin.  Bizinên ku ji aliyê mirovan ve beriya 10 hezar salan hatine kedîkirin, li herêmê ji bo çerandina wan piranî çiyayên bilind, geliyên kûr, kendal û daristanên asê tên tercîhkirin. Li Amedê ji bo xwedîkirina bizinanan gund û gomên navçeya Pasûrê guncav in. Welatiyên ku li gund û gomên navçeyê bi xwedîkirina bizinan debara xwe dikin, salê 6-7 mehan bêyî mesrefa em û kayê ku gelek biha ne wan li çiyayan xwedî dikin. Mehê zivistanê jî bizinan bi êm, ka, giha û çiloyên ku havînê didine hev xwedî dikin. Li gorî sewalên din bizin zivistanê di berfê de jî bi hêsanî dikare derkeve derve.   JI BO GIHA Û PELÊ HERÎ BAŞ DIKIŞIN   Her çiqas ji hin aliyan ve feyde Dermaletiya bizinan hebe jî li gorî sewalên din xwedîkirina wan zehmet e. Ji bo dotin û qatixê wan li gorî hejmara wan herî kêm pêwistî bi berîvan û şivanek heye. Ji ber ku bizin bi kendalên bi hezaran metre bilind ve dimeşin şivaniya wan gelek nerehet e.  Şivanek rojê di 8-9 saetan de herî kêm 20 kîlometre diğere. Li deverên ku şiverê tune ne jî bizin hewl didin xwe bigihînin giha û pelê daran ên herî baş.