Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin 2021-09-15 15:04:52 AMED - Hevserokê SES’a Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku li saziyên xizmeta civakî mobîng li xebatkaran tê sepandin û sendîkaya rayedar ji bo rexeneyên werin nebihîze di rûpelên fermî yên webe de nimreya telefona SES’ê hatiye parvekirin.   Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê têkildarî pirsgirêkên li saziyên xizmeta civakî ku diqewimin li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ewyana civînê pankarta “Em li dijî mobîngê li SES’ê xwe bi rêxistin bikin” hat daliqandin.    ZEXTÊ DIKIN KU XEBATKAR BIBIN ENDAMÊN MEMÛR-SEN’Ê   Hevserokê SES’a Amedê Şiyar Guldîken di civînê de axivî û destnîşan kir ku divê li sazî û dezgehên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî û saziyên li çolteran li şûna başkirina şert û mercên kedkaran, bêtir mobîng û karek angarya tê armanckirin û sepandin. Guldîken anî ziman ku xebatkarên ewlehiya wan kar nîne di hedefê de ne û rayedarên saziyan van xebatkaran dibin gel xwe û zextên ku bibin endamên sendîkaya MEMÛR-SEN’ê ya ku nêzî îqtidarê ye.    ‘RÊVEBERÊN SAZIYAN SÛC DIKIN’    Guldîken diyar kir ku li saziyên xizmeta civakî mobîng li xebatkaran tê sepandin û sendîkaya rayedar ango girêdayî îqtidarê ji bo rexeneyên bên kirin, nebihîze di rûpelên fermî yên webê de nimreya telefona SES’ê hatiye parvekirin. Guldîken got rêveberên saziyan sûc dikin û bang li kedkaran kir ku li SES’ê ango KESK’ê xwe bi rêxistin bikin û da ku ew vê rêveçûna rantê û talanê bisekinînin.