Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir 2021-09-14 09:01:11 ŞIRNEX - Li navçeyê Cizîr û Silopyayê berhevkirina pembû dest pê kir. Tevî ku îsal kîloya pembû 3 TL zêde bûye jî cotkar mesrefa xwe bi zorê derdixin.   Li navçeyên Cizîr û Şirnexê, berhevkirina 40 hezar donim pembû dest pê kir. Sala borî kîloya pembû 5 TL bû, tê payîn ku îsal bi 8-9 TL'yan bê firotan. Li gorî sala borî kîloya pembû 3 TL zêde bûye. Lê rexmî vê jî cotkar dibêjin ku ji ber bihabûna gubrê, ceyran û mazotê bi zorê mesrefa xwe derdixin.    20 ROJAN BERHEV DIKIN   Jina bi navê Zeynep Gultekîn ku li nav erdê bîçer li ser bi destan pembû berhev dike, diyar kir ku saet di 05'an de tên nav erd û heta saet 17.00'an dixebitin. Gultekîn, da zanîn ku nêzî 20 rojan pembû berhev dikin û wiha got: "Sala borî me kîloya pembû bi 10,1 TL’yî berhev dikir, îsal jî bi 1,50 TL'yî berhev dikin. Sala borî xêr û bêra pembû kêm bû lê îsal baş e. Rojê mirovekî 150-200 kîloyî berhev dike. Em dibetilin lê neçar in ku bixebitin."   MESREF ZÊDE BÛNE   Cotkar Harûn Selçûk jî got ku îsal li gorî sala borî xêr û bêra pembû baş e û ev tişt anîn ziman: "Em li bendê ne ku 250 ton pembû rakin. Herê îsal bihayê pembû biha bûye lê ji ber mazot, gubre û ceyran mesref jî îsal zêde bûne. Tona gubrê sala borî 2 hezar TL bû. Îsal derketiye 6 hezar TL'yan. Ceyran jî li gorî sala borî nîvî zêdetir biha bûye. Em bi zorê mesrefa xwe derdixin."   MA / Müjdat Can