Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin 2021-09-08 09:01:40 STENBOL – Karkerên înşaatê ku ji bo girtina mûçeyên xwe yên 7 mehan 6 roj in li ber dere Holdînga Ronesansê bê navber çalakî li dar dixin, ev tişt gotin: “Ne sedeqe, em tenê mafên xwe dixwazin.” Karkerên ku li Xarpêt û Meletiyê, di şantiyeya Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) de dî firmaya taşerona a girêdayî Holdînga Ronesansê de dixebitîn ji kar hatibûn avêtin. Rexmî ku ser avêtina wan a ji kar 7 meh derbas bûye jî mûçeyên xwe negirtine. Li ser vê karkeran, ji bo girtina mûçeyê xwe bi Sendîkaya Karkerên Înşaatê (Înşaat-ÎŞ) re li pêşiya Miduriyeta Holdînga Ronesansê ya li navçeya Maltepe ya Stenbolê dest bi çalakiyê kirin. Ji 3 îlonê ve karker bê navber bi şev û roj çalakiya xwe didomînin û daxwaza mafên xwe dikin.    RONESANS ERDOGAN E!   Ji karkerên ku ji kar hatiye derxistin Mehmet Çakar, diyar kir ku heqê xwe xweşik negirtine û ev tişt got: “Ronesans Erdogan e! Em li fîrmayeke wiha xebitîn lê me heqê xwe negirt. Em heqê xwe dixwazin. Em berxwedan ne tenê ji bo me ji bo herkesên ku mîna me heqê xwe negirtine ye. Herkes dikeve vê rewşê. Ji roja îne ve em bi şev û roj li vir in. Heta ku em maf û perê xwe negirin ji vir naçin.”   NIKARE DEBARA MALBATA XWE BIKE   Çakar, navenda ku li berê çalakî li dar dixin nîşan da û wiha got: “Ev navenda bi van dest û lepan hatiye çêkirin. Em ava dikin. Li cihê ku me çêkiriye rûdinên û heqê me nadin. Heqê ku bidine me di şevekê de xerc dikin. Lê nadin me. Ez jî nikarim debara malbata xwe bikim. Divê welatî ji bo girtina heqê me alîkariya me bikin.”   ‘EM SEDEQÊ NAXWAZIN’   Ji karkeran Remzî Gumuş jî da zanîn ku 9 mehan xebitiye û heqê xwe yê 4 mehan negirtiye û ev tişt anîn ziman: “7 meh in em li benda heqê xwe ne. Heta ku heqê xwe bigirin em ê li ber xwe bidin. Em ji Holdînga Ronesandê sedeqê naxwazin tenê daxwaza heqê xwe dikin.”    WÊ BERXWEDAN TUNDTIR BIBE   Berpirsê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Înşaat-Îş’ê Denîz Gîder, diyar kir ku heta heqê endamên wan bê dayîn wê berxwedana xwe bidomînin û wiha got: “Em bi rayedaran re ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtinan dikin. Heke neyê çareserkirinê em ê berxwedana xwe tundtir bikin.”   ‘BIKEVIN PEY HEQÊ XWE’   Gîder, bi lêv kir ku berxwedana wan ne berxwedana wan a pêşî ye ne jî ya dawîn e û wiha bang kir: “Ji bo ku em bi ser van pirsgirêkan de biçin divê em mil bi mil têbikoşin. Bila karker bikevin pey heqê xwe yê nehatiye razadin.”   MA / Kadîr Guney