DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin 2021-09-06 15:34:42   AMED - Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku ew dixwazin Amedê veguherînin navenda tekstîlê û ew ê fabrîkayên ku hawirdorparêz in û mafên karkeran diparêzin ava bikin.    Derdorên karsaziyê yên li Amedê li kargeha Üntekst a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (OSB) daxuyaniyek dan û geşedanên di pîşesaziya tekstîlê de nirxandin. Diyarbakır'daki iş çevreleri tekstil sektöründe yaşanan gelişmeleri tartışmak için Organize Sanayi Bölgesi'nde (OSB) bulunan Üntekst fabrikasında açıklama yaptı. Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Berdevka Demê ya Meclîsa Jinan a DTSO’yê Seda Berekatoglu, Serokê Borseya Bazirganiyê ya Amedê (DTB) Şeyhmus Ayhan, Cîgirê Serokê Komeleya Karsazên Pîşesazî û Tekstîlê ya Başûrê Rojhilat (GUNTÎAD) Şefîk Ozdil, Seroka Komeleya Jinên Karsaz a Rojhilat û Başûrêrojhilat (DOGUNKAD) Rojda Yilmaz û Serokê Desteya Rêveberiya Kargeha Unteks Îplîkê Edip Unver beşdarî daxuyaniyê bûn   70 FABRÎKA DÊ BIKEVIN FALIYETÊ    Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku ji bo bajar bibe navenda tekstîl û cil û bergan ew kom bûne û wan bi dirûşma "Ji Axê heta Podyomê" derketin rê. Kaya wiha got: "Bi qedandina Bendava Farqînê re em ê li Tirkiyeyê bibin navenda herî girîng a hilberîna pembû. Pir girîng e ku tesîsa me ya dermankirinê li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê xilas bûye.  Cil û berg ji bo boyaxê berê dişandin bajarên cuda. Bi qedandina tesîsê re wê 6 babrîkeyên boyaxê li OSB’ê dest bi xizmetê bikin. 35 konfeksiyon jî dest bi hilberandinê kirin. 70 fabrîkayên li OSB’ê dê heya dawiya 2022’yan biqedin.”    FABRÎKAYÊN HAWIRDORPARÊZ    Kaya destnîşan kir ku ew ê fabrîkayên ku hawirdorparêz in û mafên karkeran diparêzin ava bikin.    Pişt re serokên komeleyan axvîn û diyar kirin ku hedefên li pêşiya wan ew kêfxweş kirine û ew ê piştevaniyê bikin.