Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin 2021-09-04 09:13:54 STENBOL - Karkerên Şaredariya Bakirkoyê ku ji ber endamtiya xwe ya sendîkayê ji kar hatin derxistin, ev tişt gotin: "Divê karker bi awayekî birêxistinkirî hişmendiya çînê tevbigerin û êdî dengê xwe li dijî karsazan derbixin." Di sala 2020'an de ji ber ku bûn endamê Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-İş) li Şaredariya Bakirkoyê 2 karker ji kar hatin derxistin. Karkerên ku bi çalakiyên cuda xwestin vegerin karê xwe ji ber pandemiyê navber dane çalakiyên xwe. Heman şaredarî di 1'ê tîrmehê de bi heman hincetî 2 karkerên din jî ji kar derxistin. Ji 23'ê tebaxê ve karker saet di navbera 11.00 û 17.00'an de li ber Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kon vedidin û îmze kom dikin. Karkerên ku ji kar hatine derxistin, têkildarî têkoşîna xwe ya vegera kar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    'EM JI KAR HATIN DERXISTIN'   Karker Nazîfe Toprak ku piştî xebata xwe ya 10 salan ji kar hat derxistin, diyar kir ku piştî rakirina qedexeya derxistina kar di 1'ê tîrmehê de ji kar hatine derxistin û wiha got: "Bi rêya şîrketa taşeron girtin kar. Rêyên sendîkayîbûnê girtî bûn. Dema ku em bi KHK'ê ji şîrketa taşeron derbasî şaredariyê bûn pêşiya me ya sendîkayîbûnê hat vekirin. Me jî mafê xwe bi kar anî û di Genel-İş'ê de xwe bi rêxistin kir. Zext me li hat kirin ku em ji sendîkayê îstifa bikin. Raya giştî her tiştî dibihîze lê xwe li kerîtiyê datîne. Şertê piraniya mirovan ne baş e. Divê çîna karker di ferqa hêza xwe ya hilberînê de be û êdî dengê xwe li dijî karsazan bilind bike."   MÛÇE DAXISTIN   Karker Ogûz Sanem ku di sala 2017'an de li şaredariyê bi dest kar kiriye jî da zanîn ku di sala 2021'an de ji kar hatiye derxistin û ev tişt anîn ziman: "Şaredariyê biryara daxistina mûçeyan da. Ji bo vê îmzeya me xwestin. Karkerên ku mûçeyê wan ji 6 hezar TL'yî daket 3 hezar TL'yî hebûn. Weke karkerekî tenduristiyê min di şertên pandemiyê de min vê qebûl nekir û îmze neda. Ji ber vê ji kar hatim derxistin. Rêveberiya şaredariyê ku me kir vê rewşê li hemberî me xemsar e. Karsaz bi awayejî birêxistinkirî tevdigerin. Divê karker jî bi hişmendiya çînê tevbigerin."   HEQÊ NAN 5 LÎRA YE    Karkerê din ji kar hatiye derxistin Naîm Tekîn jî bi lêv kir ku di navbera salên 2014-2020'an de li Miduriyeta Paqijiyê ya şaredariyê xebitiye û wiha axivî: "Şertên me yên xebatê gelek giran bûn. Heqê me yê xwarinê ji 17 lîreyan daxistin 5 lîreyan. Ewlehiya me ya kar tunebû. Me îttîrazî van kirin. Sedema derxistina me ya ji kar jî mafê me yê xwezayî xebatên me yên sendîkayî ne. Gotin di cih de heq û hiqûq tune ye."   MA / Kadîr Guney